4 Ey Xwedayê min, tu min xelas ke, Ji destê zilamê xerab, fesad û xedar!
Piştî ku zilam çûn, Ahîmaes û Yonatan ji bîrê derketin û çûn hal û meselê ji Dawidê Padîşah re gotin: “Padîşah! Lazim e tu bi lez ji çêm derbas bibî! Çimkî Ahîtofêl ji dijî te fen û fût kir.”
Rabe ya Xudan, pêşî li wan bigre, wan hilweşîne! Canê min bi şûrê xwe ji xeraban, Bi destê xwe ji mirovan, ya Xudan, Ji zilamên dinê bifilitîne.
Li doza min binêre ey Xwedê, Min biparêze li hember bêwefayan, Azad ke, ji hîlekar û neheqan.