6 Ey Reb, Xudanê ordiyan, Bila şermî nebin yên ku li hêviya te man! Ey Xwedayê Îsrailê, Bila riswa mebin, yên ku ji rûyê min li te geriyan!
Xwedayê Îsraêl peyivî, Zinarê Îsraêl ji min re got: “Bila serwerê mirovan li ser rastiyê be, Bila bi tirsa Xwedê serweriyê bike.
Hemû yên ku bi hêvî ne, wê şermî nebin; Yên ku bêsedem çavsorî dikin, wê bibînin şermê.
Bila şerm bikin yên ku şa dibin bi rewşa min a xerab, Ruyê wan sor bibe; Yên ku li ber min pozbilindiyê dikin, Rezîl û şermî bibin.
Bila li te bicivin, koma netewan hawirdor, Tu wan îdare bike ji qata jor.
Xudan Xwedê, Xwedayê Îsraêlê pîroz be, Yê ku karên nedîtî dike, tenê ew e.
Wê padîşah ji te re bavîtiyê, Şahbanû ji te re dadikiyê bikin. Wê deverû herin erdê û toza lingên te bialêsin. Wê gavê tê bizanibî ku Xudan ez im Û kesên li benda min dimînin Wê neyên şermezarkirin.”
Xwedayê vî gelê Îsraêl bav û kalên me bijartin û gava li welatê Misrê diman ew kirin miletekî mezin. Bi zendê xwe yê hêzdar ew ji wir deranîn
Ji dûndana vî mirovî Xwedê ji Îsraêl re, wek ku soz dabû, Xilaskar Îsa şand.
Çaxê ku yên girtî li holê dan rawestandin, wan pirsî: «We bi kîjan hêzê an bi çi navî ev kir?»