5 Ey Xwedê, tu bi bêaqiliya min dizanî, Ji te, neveşartî ne gunehên min.
Te ceriband dilê min, Bi şev ez sehitandim, Bi îmtihankirina min, Te xerabiyek nedît; Min niyet kir, ya xerab dernakeve ji devê min.
Kî dikare şaşiyên xwe bibîne, Ji gunehên bi dizî tu min bibexşîne,
Bila şa nebin yên ku bêsedem bûne dijminên min, Yên ku bêsedem ji min nefret dikin, Bila ji hev re çav nekin.
Ji ber bêaqiliya min, Birînên min bi kul û kêm in.
Ya Xudan, tu dizanî bi hemû daxwaza min, Ji te ne veşartî ne, nalînên min.
Çimkî ez hemû riyên wan dibînim. Tu karê wan ji min ne veşartiye. Neheqiyên wan jî li ber çavê min in.