34 Bila ji wî re spas bikin, Erd û ezman, derya û yên ku di wan de digerin!
Xwedê got: “Bila av kerî bi kerî bi afirîdên jîndar tije be û bila li ser erdê, li qûbeya ezmên teyr bifirin.”
Bila ev ji bo nifşên bê were nivîsîn, Û gelê ku hê çênebûye, Ji Xudan re spas bike.
Bila hemû yên bi nefes, pesnê Xudan bidin! Pesnê Xudan bidin.
Bila ezman şa bin, erd dilşa be! Bila derya û hemû yên tê de, bikin gurmîn!
Ezmano, ji kêfê biqîre! Erdo, şa be! Çiyano, bi şahî biqîrin! Çimkî wê Xudan gelê xwe teselî bike Û li bindestên xwe were rehmê.
“Hûnê esse bi şahî derkevin Û Bi xêr û silamet rêberiya we bê kirin. Wê gir û çiya li pêş we bi şahî biqîrin, Wê hemû darên mêrgan li çepikan bixin.