32 Bindest wê vê bibînin û şa bibin, Ey yên ku li Xwedê digerin, bila dilê we zindî bibe.
Wê yên feqîr bixwin û têr bibin, Yên li Xudan digerin wê pesnê wî bidin. Bila dilê me her û her bijî!
Wê hemû dewlemendên dinê têr bibin, Û li ber wî herin ser çokan. Hemû yên ku diçin axê, Û yên ku nikarin ji mirina xwe re bibin asteng, Wê li pêş wî herin ser çokan.
Di riya edaletê de, ew e ji bo nefsbiçûkan rêber, Ew riya xwe nîşanî wan dide her û her.
Ez bi Xudan didim pesnê xwe, Bindest dibihîzin, distînin şahiya xwe!
Ma ez goştê boxeyan dixwim? An xwîna bizinan fir dikim?
Tu goriya spasiyê pêşkiş bike Xwedê, Sozên ku te dane Yê Herî Berz, bîne cih.
Niha hûn jî xemgîn in, lê ezê we dîsa bibînim û dilê we wê bi şahiyê tije bibe. Û tu kes vê şahiya we ji we nastîne.
Ev tişt got, destên xwe û newqa xwe nîşanî wan da. Gava ku şagirtan Xudan dît, pirr şa bûn.