30 Ezê navê Xwedê, bi lavijan bêjim, Bi spaskirin, wî berz bikim.
Ez spasdarê te me, çimkî te bersîva min da, Û tu bûyî rizgariya min.
Hêz û mertalê min e Xudan, Dilê min bi wî ewle, bi wî alîkarî dît. Bi şabûna dilê xwe, Spas dikim jê re bi îlahiyan.
Bi min re mezinahiya Xudan bidin bihîstin, Em bi hev re navê wî bilind kin.
Tu goriya spasiyê pêşkiş bike Xwedê, Sozên ku te dane Yê Herî Berz, bîne cih.