22 Bila sifra li ber wan ji bo wan bibe dafik, Hê di aştiyê de ne, têkevin defikan!
Averêtiya sexikan, wan dikuje, Bêxemiya bêaqilan, wan tune dike.
Xudanê Karîndar dibêje: “Heke hûn guhdar nekin, heke dilê we tuneye ku hûn navê min birûmet bikin, ezê naletê bi ser we de bişînim. Ezê bereketên xwe bikim nalet. Va ye min êdî ew nalet kirin. Çimkî dilê we tuneye ku hûn navê min birûmet bikin.
“Wê selika te û teşta te ya hevîrê bê naletkirin.
Gava xelk dibêjin: «Dinya aştî û ewledarî ye», hingê wek êşa jina bizaro, helak wê ji nişkê ve bê ser wan û qet nikarin birevin.
û: «Ji bo wan bû kevirê terpilînê Û lata hilterpilînê.» Ew diterpilin, çimkî ew bi ya peyvê nakin û ji xwe ew ji bo vê yekê hatine kifşkirin.