3 Wê ji ezmanan bişîne û min azad ke, Yên ku dixwazin min daqurtînin şermî ke, Wê kerem û dilovaniya xwe bişîne.
Heke kesên li konê min negotibin: ‘Kesê bi goştê Eyûb da xwarin têr nebûbe heye?’
Ya Xudan, her ya ku te soz daye, tê bikî. Kerema te her û her e, Dev ji karên destê xwe bernede!
Ya Xudan, ji min nedirixîne dilovaniya xwe! Bila min biparêze hergav, kerem û rastiya te!
Tu ronahiya xwe, rastiya xwe bişîne, Bila ji min re bibe rêber, Min bibin çiyayê te yê pîroz û warê te.
Bila li pêş Xwedê hergav rûnê, Tu wî, bi kerem û rastiya xwe biparêze!
Ya Xudan, tê aştiyê bidî me. Çimkî her karê me, te ji bo me kir.
Va ye gel, wekî şêremê hişyar dibe, Wekî şêrekî ji cihê xwe radibe. Heta ew nêçîra xwe nexwe Û xwîna kuştiyan venexwe ranaze.”
Çimkî Şerîet bi destê Mûsa hat dayîn, kerem û rastî bi destê Îsa Mesîh hatin.
Hingê Petrûs hat ser hişê xwe û got: «Niha bi rastî ez dizanim ku Xudan milyaketê xwe şand û ez ji destê Hêrodês û ji hemû ya ku Cihûyan guman dikir, rizgar kirim.»