4 Min got, «Li min were rehmê ya Xudan! Şîfa bide min, çimkî min li pêş te kir gunehan!»
Yê ku hemû sûcên te dibexşîne, Yê ku ji hemû nexweşînên te re şîfayê tîne,
Ew dilşikestiyan baş dike, Û birînên wan dipêçe.
Min ji te re diyar kir gunehê xwe, Min nenuxamt sûcê xwe. Min ji Xudan re got, «Ezê serhildanên xwe bêjim.» Te bexişand sûc û gunehên min.
Werin, em li Xudan vegerin. Wî em perçe kirin, Wê me baş jî bike. Wî em birîndar kirin, Wê birîna me jî bipêçe.