Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Zebûr 40:3 - Kurmanji Încîl

3 Wî stranek nû kir devê min, Ji bo Xwedayê me îlahiyek pesindanê da min. Wê gellek bibînin û bitirsin, Û bi Xudan ewle bin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Zebûr 40:3
18 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Bi peyva xwe tu gavên min bişidîne, Da ku serweriya tu sûcî li ser min nemîne.


Tu min ji zîndanê derîne, Da ku ez spasî bidim navê te. Hingê wê yên rast bipêçin dora min, Çimkî tê qenciyê bikî bi min.


Ey Xwedê, ez ji te re lavijeke nû bistrînim, Ez bi çenga dehtêl pesnê te bidim.


Çimkî di roja şer de ewê min veşêre li holika xwe, Wê bi nixamtina konê xwe min veşêre, Û min bilind bike li ser zinar.


Ji wî re îlahiyek nû bêjin, Bi dengekî bilind û xweş bêjin.


Yên ku diparêzin doza min a mafdar, Bila şa bin, dilşa bin; Û bila hergav bêjin: «Xudanê ku ji aştiya evdê xwe xweş e, mezin e!»


Xudan, bi mirov dide avêtin gavan, Eger ew razî be ji riya wan.


Wê yên rast, vê bibînin û bitirsin, Pê bikenin û weha bêjin:


Ez westiyam ji feryadê, Gewrî li min ziwa bû; Li benda Xwedê, Çavên min tefiyan.


Paşê wê Îsraêlî vegerin û li Xwedayê xwe Xudan û padîşahê xwe Dawid bigerin. Di rojên pêş de, wê xwe bispêrin tirs û kerema Xudan.


Lê gelekên ku peyv bihîstin, bawerî anîn û hejmara wan gihîşt dora pênc hezar kes.


Wan li ber text û li ber çar afirîdên jîndar û rihspiyan straneke nû digot. Ji wan sed û çil û çar hezarên ku ji rûyê erdê bi berdêl hatine kirrîn pê ve, tu kes nikare wê stranê hîn bibe.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ