9 Ya Xudan, tu dizanî bi hemû daxwaza min, Ji te ne veşartî ne, nalînên min.
Ji bo dayina heqê bêkes û neçaran, Ya Xudan, te bihîst bangkirina hejaran.
Da ku nalînên girtiyan bibihîze, Û zaryênên mirinê rizgar ke.
Ji ber nalînên xwe, Heliyam, ez çerm û hestî mam.
Ji nalîna xwe ez westiyam, Ji girî her şev şil e doşeka min, Ji hêsrên çavan şil dibe nivîna min.
Natanyêl jê pirsî: «Ma tu ji ku derê min nas dikî?» Îsa bersîva wî da: «Beriya ku Filîpos gazî te bike, gava ku tu hê li binê dara hêjîrê rûniştî bûyî, min tu dîtî.»
Çimkî bi rastî di vî konî de em axînan dikişînin û bêriya lixwekirina mala xwe ya ji ezmên dikin.