2 Gelek kes li ser min dibêjin: «Li ba Xwedê ji bo wî xelasî nîne.»
Gava ku dijmin êrîşî me dikir, Eger Xudan ne bi me re bûya,
Tinazan bi min dike kesê ku min dibîne, Dibişire, serê xwe dihejîne û dibêje:
Bi dengê xwe ez bang dikim Xudan, Ji çiyayê xwe yê pîroz dide bersîvan.
Xelasî bi Xudan e, Bila bereketa te li ser gelê te be.
Ey mirovno, hûnê heta kîngê, Rûmeta min vegerînin şermê? Hûnê heta kîngê, ji tiştê vala hez bikin, Û bi pey derewan bikevin?
Ji hêrsê bilerizin; belê guneh nekin. Di nav nivînên xwe de kûr li ser vê yekê bifikirin, hiş bin.
Tevahiya rojê çaxê ku dijminên min, bela xwe di min didin, Ji min re dibêjin: «Ka li ku ye Xwedayê te?» Li zora min diçe, wek ku bipelçiqînin hestiyên min.
Ji bo ku her roj ji min re gotin «Xwedayê te li ku ye?» Bi şev û bi roj hêstirên çavê min, bûn xwarina min.
Ji hev re dibêjin, «Xwedê ew berda! Bi pey bikevin, wî bigirin, Çimkî kes wî xelas nake!»
Tu rabûyî ku gelê xwe Û kesê kifşkirî rizgar bikî. Te serê mala kesê xerab pelişand, Ji serî heta binî hilweşand. Sela
Xwedê ji Têmanê, Xwedayê Pîroz ji Çiyayê Paranê hat. Sela Rewnaqiya wî ezmanan rapêçaye, Erd bi pesindana wî tije bû.
Te rahişt kevanê xwe, Tîrdanka xwe hilda. Sela Te rûyê erdê bi çeman ji hev veqetand.