1 Ya Xudan, çiqas zêde bûn dijminên min, Gelekan serî rakir li ber min.
Avşalom û gelê Îsraêl ketibûn Orşelîmê, Ahîtofêl jî bi Avşalom re bû.
Ey tu, yên ku xwe dispêrinê, Bi destê xwe yê rastê, wan ji dijminên wan xelas dike! Kerema xwe ya mezin nîşan de.
«Bira wê birayê xwe, bav wê zarokê xwe teslîmî mirinê bike; zarok wê li hember dê û bavê xwe rabin û wan bidin kuştin.
Hemû xelkê bersîv da: «Bila xwîna wî di stûyê me û zarokên me de be!»
Ev hemû padîşah bûn yek, hatin li ber keviyên ava Mêromê û artêşgehên xwe danîn ku li dijî gelê Îsraêl şer bikin.