3 Ey roj û hîv, pesnê wî bidin, Ey hemû stêrên birqok, pesnê wî bidin!
“Heta ku dinya hebe, Wê çandinî û dirûn, Sarî û germî, Havîn û zivistan, Şev û roj hebe.”
“Xudan wiha dibêje: ‘Heke hûn bikaribin peymana min a bi rojê re û peymana min a bi şevê re xera bikin ku şev û roj di dema xwe de çênebin,
Gava hûn bala xwe bidin ezmanan û roj, heyv, stêr û hemû nexşên li ezmanan bibînin, ji rê dernekevin! Li ber wan xwe netewînin û ji wan re xulamiyê nekin. Jixwe van tiştan Xwedayê we Xudan wekî par da hemû gelên bin ezmanan.