21 Ezê heyfa xwîna wan bistînim, Ezê bêceza nehêlim.” Çimkî Xudan li Siyonê bi cih dibe.
Wê Reb keçên Siyonê ji pîsîtiya wan paqij bike. Xwîna ku li Orşelîmê pijiqî ser wan, bi ruhekî adil û êgir paqij bike.
Hûnê bizanibin ez li nav gelê Îsraêl im, Ez Xwedayê we Xudan im û yekî din tuneye. Êdî wê gelê min her û her neyê şermezarkirin.
“Wî çaxî hûnê bizanibin, Xwedayê we Xudanê ku li Siyonê, Li çiyayê xwe yê pîroz rûdine ez im. Wê Orşelîm pîroz be Û wê êdî xerîb dagir nekin.
Hemû xelkê bersîv da: «Bila xwîna wî di stûyê me û zarokên me de be!»
Û min ji text dengekî bilind bihîst ku digot: «Va ye, konê Xwedê di nav mirovan de ye û ew bi xwe wê bi wan re bijî. Ewê gelên wî bin û Xwedê bi xwe wê bi wan re be û Xwedayê wan be.