18 “Wê rojê wê şeraba şîrîn Ji çiyayan dilop bike, Şîr ji giran biherike Û av di hemû newalên Cihûdayê re here. Wê ji Mala Xudan kaniyek bizê Û Geliyê Şîttîmê av bide.
Loma ez hatim ku wan ji destê Misriyan rizgar bikim. Ez hatim ku wan ji wî welatî derînim û bişînim welatê Kenanî, Hîtîtî, Amorî, Perîzzî, Hîwî û Yevûsiyan, wî welatê xweş û fireh ê ku şîr û hingiv jê diherike.
“‘Çimkî ezê avê bi ser axa tîbûyî de, Rûbaran bi ser erdê ziwa ve birijînim. Ezê ruhê xwe bi ser ziriyeta te re Û bereketa xwe bi ser şaxên te re birijînim.
Ezmanno, ji jor ve dilop bikin, Bila ji ewran edalet bibare. Bila ax vebe û fêkiyê rizgariyê bide, Bila rastî ji erdê bavêje der. Ez, Xudan, min ew afirandin.”
Wê bên û li bilindciyê Siyonê ji kêfan biqîrin, Ji bo qenciya Xudan –Dexil, şeraba nû, zeyt û berên pez û dewêr– Wê rûyê wan ronî be. Wê canê wan bibe wekî bexçeyekî avdayî Û careke din neçilmise.
Ya gelê min, pîlanên Balaqê Padîşahê Moavê bi bîr bîne! Bersiveke Balamê kurê Beor bîne bîra xwe. Ka ji Şîttîmê heta Gîlgalê çi qewimiye? Wê gavê tê bizanibî rizgariyên min.”
Wê rojê wê ji nav Orşelîmê ava jiyanê biherike. Wê nîvê avan biherikin gola li rojhilat, nîvê din jî biherikin gola li rojava. Wê havîn û zivistanan berdewam bike.