16 Wê Xudan ji Siyonê bike himîn. Wê dengê wî ji Orşelîmê gazî bike Û erd û ezman bihejin. Lê wê Xudan ji bo gelê xwe, sitargeh, Ji bo Îsraêliyan bibe keleh.
“Min peyvên xwe kirin devê te Û tu di bin siya destê xwe de nixamtî. Min ezman bicih kirin, Min bingeha dinyayê danî Û ez ji Siyonê re jî dibêjim: ‘Tu gelê min î.’”
“Ya Xudan! Tu hêz û keleha min î, Di roja teng de cihê reva min î! Wê milet ji binê dinyayê, Werin ba te û bêjin: ‘Bav û kalên me tenê derew, tiştên pûç, Pûtên bi kêrî wan nehatin, mîras standin.’
“Ezê Mala Cihûda hêzdar bikim, Ezê Mala Ûsiv rizgar bikim. Ji ber ku ez li ber wan dikevim, Ezê wan ji sirgûnê vegerînim. Wê bibin çawa ku min ew red nekiribin. Çimkî ez Xwedayê wan Xudan im, Ezê bersiva wan bidim.
Di wê saetê de erdhejîneke mezin çêbû, dehyeka bajêr hilweşiya û di erdhejînê de heft hezar mirov mirin. Yên bi şûn de man, tirsiyan û rûmet dan Xwedayê ezmên.
Hingê Perestgeha Xwedê ya ku li ezmên bû vebû û di Perestgeha wî de Sindoqa Peymana wî xuya bû. Birûskan lê da, deng û xurexura ewran hat bihîstin, erdhejînek û teyrokeke şedîd çêbû.
Hingê birûskê lê da, deng hat, bû xurexura ewran û erdhejîneke wisa mezin çêbû ku ji çaxê mirov li ser rûyê erdê ne û heta niha erdhejîneke wisa çênebûye.