32 Îcar wê her kesê ku gazî navê Xudan bike rizgar bibe. Çawa ku Xudan got, Di nav kesên Çiyayê Siyonê û Orşelîmê de, Wê filitî hebin Û di nav kesên sax mane de, Wê kesên ku Xudan gazî wan bike hebin.
Çimkî Xudan wiha dibêje: “Ji bo Aqûb bi kêf û şahî biqîrin! Ji bo serekê miletan bi dengê bilind biqîrin! Pesindana xwe bidin bihîstin û bêjin: ‘Ya Xudan, bermayiyên gelê xwe Îsraêl rizgar bike!’
Ezê ji sisêyan yekê mayî bixim nava êgir. Ezê wan wekî zîv bisefînim, Ezê wekî zêr biceribînim. Wê gazî navê min bikin Û ezê bersiva wan bidim. Ezê bêjim: ‘Ev gelê min e.’ Ewê jî bêjin: ‘Xudan, Xwedayê me ye.’”
ji civîna bawermendan a Xwedê ya li Korîntê, ji yên ku bi Mesîh Îsa hatine pîrozkirin û ji bo pîrozbûnê hatine gazîkirin û ji hemûyên ku li her derê gazî navê Îsa Mesîhê ku Xudanê me û yê wan e dikin re: