23 Ya zarokên Siyonê şa bibin, Bi Xwedayê xwe Xudan kêfxweş bibin. Çimkî ew barana pêşî bi pîvana kamil dide we, Çawa ku berê dikir, Barana pêşî û barana paşî dibarîne.
wê gavê li ezmanan bibihîze û gunehê xulamên xwe gelê xwe Îsraêl bibexişîne. Riya baş a tê de bimeşin hînî wan bikî û baranê bide welatê ku te bi mîrasî daye gelê xwe.
Ezê bi Xudan gelek dilgeş bim, Wê canê min bi Xwedayê min şa be. Çimkî çawa ku zava tacegulê dide serê xwe Û bûk bi zînetên xwe tê xemilandin, Wî cilên rizgariyê li min kirin, Bi xiftanê rastiyê ez nixamtim.
Em Xudan nas bikin, Em bikevin pey naskirina wî. Wê li me mîna ronahiya serê sibê esse xuya bibe. Hatina wî wê wek baranê, Wekî barana biharê ku av dide erdê.
“Hê ji dema palehiyê re sê meh hebû, Min baran ji ser we birî. Min bi ser bajarekî de barand, Lê bi ser bajarê din de nebarand. Bi ser zeviyekê de baran hat, Lê zeviya ku baran bi ser de nehat ziwa bû.
Ezê wekî kevanê xwe Cihûdayê bitikînim Û wekî tîrên xwe Efrayîmê di nav de deynim. Ya Siyon, ezê kurên te hişyar bikim! Ya Yewnanistan, ezê wan li dijî kurên te derxim. Ya Siyon ezê te wekî şûrê mêrxasekî bi kar bînim!
Ya Siyona keç, gelek şa be! Ya Orşelîma keç, biqîre! Va ye padîşahê te ber bi te ve tê! Ew rast e û rizgar dike. Ew nefsbiçûk e û li kerê, Belê li dehşikê, li dehşikê kerê siwar dibe.
Wê Xudan ezmanan ango xezîneya xwe ya qenciyê ji te re veke ku baranê di wextê xwe de bide û hemû keda destê te bereket bike. Tê bi deyn bidî gelek miletan, lê bi deyn nestînî.