11 Dengê Xudan li pêş artêşa wî bilind dibe, Artêşa wî pir zêde ye Û kesê gotina wî pêk bîne hêzdar e. Çimkî roja Xudan mezin û gelek tirsdar e, Kî dikare li ber xwe bide?
Guhdar bin! Ji çiyayan dengekî pir zêde, Qelebalixeke mezin tê. Guhdar bin! Dengê heytehola padîşahiyan, Dengê miletên li ser hev kom dibin heye. Xudanê Karîndar artêşa xwe ji şer re amade dike.
“Loma li ser wan pêxemberiyê bike û tevahiya van gotinan ji wan re bêje: “‘Wê Xudan ji jor ve bike himîn, Ji warê xwe yê pîroz deng bide. Erê, wê li dijî hevşiyê xwe bike himîn Û wekî kesên tirî diguvêşin, Li dijî tevahiya şêniyên dinyayê bike qîrîn.
Wê rojeke tarî û taristanê, Rojeke bi ewr û tariya kûr be. Wekî taristana bi ser çiyayan de hatiye, Refekî kuliyan ê mezin û hêzdar tê. Belayeke wiha ji demên berê ve nehatiye dîtin, Ne jî wê di nifşên bê de were dîtin.
Wê Xudan ji Siyonê bike himîn. Wê dengê wî ji Orşelîmê gazî bike Û erd û ezman bihejin. Lê wê Xudan ji bo gelê xwe, sitargeh, Ji bo Îsraêliyan bibe keleh.
Lê wê kî bikaribe li ber roja hatina wî li ber xwe bide? Gava xuya bike, kî dikare li ber bisekine? Çimkî wê bibe wekî agirê zêrkerekî û ava xweliya şûştinê.
Çimkî Xudan bi xwe wê bi gazîkirineke fermanî, bi dengê serekmilyaket û bi lêxistina boriya Xwedê ji ezmên bê xwar û pêşî miriyên ku yên Mesîh in, wê rabin.