13 Kahinno, çûxê li xwe bikin! Xizmetkarên gorîgehê bizarin! Xizmetkarên Xudan werin Û di nav çûxê de şevê biborînin! Çimkî pêşkêşiyên dexlê û rijandinê, Ji Mala Xwedayê we hatin texsîrkirin.
Ezê ji bo çiyayan bigirîm û şînê bikim, Ezê li ser mêrgên çolê lavijeke şînê bêjim, Çimkî şewitîn û kes tê re derbas nabe. Dengê keriyan nayê bihîstin, Ji teyrên ezmanan û heta heywanên çolê reviyan û çûn.
Bila kahin û xizmetkarên Xudan, Di navbera eywan û gorîgehê de bigirîn. Bila bêjin: ‘Ya Xudan, li ber gelê xwe bikeve! Mîrasa xwe riswa neke, Bila nebe pêkenoka miletan. Wê çima di nav gelan de bêjin: Ka Xwedayê wan li ku ye?’”
Hûnê wekî pêşkêşiya rijandinê bi her conegayekî re nîv hîn, bi berên re sêyeka hînekê û bi her berxî re çarîka hîneke şerabê pêşkêş bikin. Ji bo tevahiya salekê qurbana şewitandinê ya her mehê ev e.
Herwiha bi berx re wekî pêşkêşiya rijandinê, wê çaryeka hîneke şerabê jî bê pêşkêşkirin. Hûnê pêşkêşiya rijandinê ji Xudan re li Pîrozgehê pêşkêş bikin.
Ji xeynî pêşkêşiya şewitandinê ya mehane û pêşkêşiya wê ya dexlê, pêşkêşiyên rojane û pêşkêşiya wê ya dexlê û pêşkêşiyên wan ên rijandinê, hûnê van pêşkêşiyan li gorî rêbazên wan pêşkêşî Xudan bikin ku bêhna wan xweş bin.
Ma ew xizmetkarên Mesîh in? Ez wek yekî ku aqilê wî tune bipeyivim – ez hê zêdetir im. Min zêdetir ked daye, ez zêdetir ketime zîndanê, min bêtir lêdan xwar, ez pirr caran gihîştime ber mirinê.