9 Wan got: “Xulamên te ji welatekî gelekî dûr hatin. Me nav û dengê Xwedayê te Xudan bihîst. Me xeberên li ser wî bihîstin. Me her tiştên li Misrê kirine
Yêşû, Qadmiyêl, Banî, Haşavneya, Şêrêvya, Hodiya, Şevanya û Petahyayê ku Lêwiyî bûn gotin: “Rabin ser piyan û ji herheyiyê heta hetayê Xwedayê xwe Xudan pîroz bikin. Bila navê te yê birûmet pîroz be ku li ser her pesin û bereketkirinê re ye.
Va ye, tê gazî miletekî bikî ku te nas nake. Miletê ku bi te nizane, Wê ji bo Xwedayê te Xudan, Ji bo Pîrozê Îsraêl baz bidin werin ba te. Çimkî Xudan tu birûmet kirî.”
“Ezê nîşanekê bixim nav wan. Ezê ji wan filitiyan bişînim nav miletan. Ezê bişînim Tarşîşê, Pûtê, Lûdê –welatê tîravêjan– Tûvalê û Yewnanyayê. Ezê bişînim keviyên deryayên dûr ku nav û dengê min nebihîstine û rûmeta min nedîtine. Wê di nav miletan de rûmeta min bidin bihîstin.”
û ya ku wî anî serê herdu padîşahên Amorî ku li aliyê din ê Çemê Şerîayê diman; Sîhonê Padîşahê Heşbonê û Ogê Padîşahê Başanê yê ku li Eştarotê dima, bihîstin.
Wan bersiv da û got: “Ji ber ku me bi xwe jî emrê Xwedayê we Xudan li Mûsayê xulamê xwe kir bihîst. Wî li Mûsa emir kir ku ew tevahiya welatê bide we û hemû şêniyên welêt tune bike. Em ji ber canê xwe pir tirsiyan. Loma me ev yek kir.