Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Yêşû 9:6 - Kurmanji Încîl

6 Ew bi vî awayî hatin artêşgeha Gîlgalê, ba Yêşû. Wan ji wî û Îsraêliyan re got: “Em ji welatekî dûr hatin, em dixwazin hûn peymanekê bi me re çêkin.”

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Yêşû 9:6
9 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

“Herwiha gava xerîbek ne ji gelê Îsraêl be, ji bo xatirê navê te ji welatê dûr hat


Îşayayê Pêxember hat ba Hîzqiyayê Padîşah û jê re got: “Van zilaman çi gotin? Ji ku derê hatine ba te?” Hîzqiya got: “Ji welatekî dûr, ji Babîlê hatine.”


Yêşû bi gelê Îsraêl re vegeriya artêşgeha xwe ya Gîlgalê.


Gîvoniyan jî, ji Yêşû re xeber şand ku li Gîlgalê li artêşgehê dima: “Xulamên xwe tenê nehêle! Bi lez were, me rizgar bike. Alîkariya me bike. Hemû padîşahên Amoriyên ku li herêma çiyayî rûdinin, li dijî me civiyane!”


Di roja dehê meha pêşî de gel Çemê Şerîayê derbas kir û li Gîlgala li herêma rojhilatê Erîhayê kon veda.


Gava gelê Îsraêl li Gîlgala li Deştên Erîhayê kon vedabû ango di êvara çardehê mehê de, Cejna Derbasbûnê pîroz kir.


Di lingên wan de çaroxên kevin û pînekirî, li ser wan kincên kevin hebûn. Xwarina wan jî hişk û kûfikî bû.


Wan got: “Xulamên te ji welatekî gelekî dûr hatin. Me nav û dengê Xwedayê te Xudan bihîst. Me xeberên li ser wî bihîstin. Me her tiştên li Misrê kirine


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ