5 Di lingên wan de çaroxên kevin û pînekirî, li ser wan kincên kevin hebûn. Xwarina wan jî hişk û kûfikî bû.
Lê bav ji xulamên xwe re got: ‹Bilezînin û herin xiftanê herî qenc bînin û li wî bikin, gustîlkekê bikin tiliya wî û pêlavekê bixin lingên wî.
Wî got: ‘Min hûn çil salan li beriyê da meşandin. Kincên we û çaroxa lingên we kevin nebûn.
Wê zirzeyên dergehên te ji hesin û tûnc bin, Bila emrê te wekî hêza te be.”
Roja em rabûn ku werin ba we, ev nanê me yê ku me ji bo xwarinê anîbû germ bû. Hûn dibînin niha hişk û kûfikî bûye.
Ev meşkên şerabê nû bûn. Binêrin niha çawa qetiyane. Ji ber riya me ya gelekî dûr, kinc û çaroxên me jî kevin bûn.”
wan dekbaziya hîlekariyê kir. Wan xwe wekî şandî nîşan da û tûrikên kevin, meşkên şerabê yên qelaştî û pînekirî li pişta kerên xwe kirin.
Ew bi vî awayî hatin artêşgeha Gîlgalê, ba Yêşû. Wan ji wî û Îsraêliyan re got: “Em ji welatekî dûr hatin, em dixwazin hûn peymanekê bi me re çêkin.”