18 Lê gava hatin, Îsraêliyan li van bajaran nexist. Çimkî serekên civatê bi navê Xwedayê Îsraêl Xudan sond xwaribû. Li ser vê yekê tevahiya gel li dijî serekan gazinê xwe kir.
Bi devê xwe nelezîne, Ne jî bila dilê te li ber Xwedê ji peyivînê re bilezîne. Çimkî Xwedê li ezmanan e, lê tu li erdê yî, Loma bila gotinên te hindik bin.
Rê nede devê xwe ku bi bedena te guneh bide kirin. Li pêş kahin nebêje: “Min şaşîtî kir.” Wê çima bi gotina devê te hêrs bibe û karên destê te xera bike?
Ya ku tê serê hemûyan yek e. Ya ku tê serê yê rast, yê xerab, yê baş û helal û yê heram yek e. Eynî tişt tê serê kesê ku qurban pêşkêş dike û yê ku nake jî. Çi tê serê qencan, tê serê gunehkaran jî, Kesê sond dixwe, wekî kesê ji sondê ditirse ye.