13 Ev meşkên şerabê nû bûn. Binêrin niha çawa qetiyane. Ji ber riya me ya gelekî dûr, kinc û çaroxên me jî kevin bûn.”
Ne jî kes şeraba nû dixe meşkên kevin. Eger bixeyê, meşk diteqin, şerab dirije û meşk ziyan dibin. Na, şeraba nû dixin meşkên nû û herdu jî tên parastin.»
Û tu kes şeraba nû naxe meşkên kevin. Eger bixeyê, şerab wê meşkan bidirîne, hem şerab ziyan dibe, hem jî meşk. Na, şeraba nû dixin meşkên nû.»
Û tu kes şeraba nû naxe meşkên kevin. Eger weha bike, şeraba nû wê meşkan bidirîne, şerab wê birije û meşk wê ziyan bibin.
Wî got: ‘Min hûn çil salan li beriyê da meşandin. Kincên we û çaroxa lingên we kevin nebûn.
Roja em rabûn ku werin ba we, ev nanê me yê ku me ji bo xwarinê anîbû germ bû. Hûn dibînin niha hişk û kûfikî bûye.
Bêyî ku pirsa fermana devê Xudan bikin, Îsraêliyan xureka wan hilda ku pêşkêşî wan kiribûn.
wan dekbaziya hîlekariyê kir. Wan xwe wekî şandî nîşan da û tûrikên kevin, meşkên şerabê yên qelaştî û pînekirî li pişta kerên xwe kirin.
Di lingên wan de çaroxên kevin û pînekirî, li ser wan kincên kevin hebûn. Xwarina wan jî hişk û kûfikî bû.