Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Yêşû 9:11 - Kurmanji Încîl

11 Rîspiyên me û hemû şêniyên welatê me ji me re got: ‘Xurek hildin û bidin rê. Pêşwaziya wan bikin û bêjin: Em xulamên we ne. Werin, bi me re peymaneke aştiyê çêkin.’

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Yêşû 9:11
9 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Bi xwe re du qat pere bibin. Çimkî divê hûn pereyên ku xistibûn tûrikên we li wan vegerînin. Dibe ku şaşiyek çêbûbe.


Berpirsiyarê qesrê, peywirdarê bajêr, rîspî û parêzvanên zarokên Ahav, xeber ji Yêhû re şand û got: “Em xulamên te ne, çi tiştê tu ji me re bêjî emê bikin. Em tu kesî nakin padîşah. Çi bi ya te baş e, wê bike.”


Li her herêmê û li her bajarê ku gotin û fermana padîşah gihîştê, di nav Cihûyan de şahî û kêfxweşî peyda bû. Çawa ku cejn be, şahî hatin lidarxistin. Di nav gelên welêt de gelek kes bûn Cihû. Çimkî tirsa Cihûyan ketibû dilê wan.


û ji wan re got: «Tiştekî ji bo rê bi xwe re nebin, ne dar, ne tûr, ne nan, ne pere û ne jî du kiras.


“Di nav artêşgehê de bigerin, emir bidin gel û bêjin: ‘Ji bo xwe xurek amade bikin. Çimkî ji bo hûn welatê ku Xwedayê we Xudan dide we ji xwe re bikin milk, sê roj paşê hûnê di Çemê Şerîayê re derbas bibin.’”


û ya ku wî anî serê herdu padîşahên Amorî ku li aliyê din ê Çemê Şerîayê diman; Sîhonê Padîşahê Heşbonê û Ogê Padîşahê Başanê yê ku li Eştarotê dima, bihîstin.


Roja em rabûn ku werin ba we, ev nanê me yê ku me ji bo xwarinê anîbû germ bû. Hûn dibînin niha hişk û kûfikî bûye.


Wan ji Yêşû re got: “Em xulamên te ne.” Yêşû got: “Hûn kî ne? Ji ku derê tên?”


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ