30 Piştre Yêşû li Çiyayê Êvalê, ji Xwedayê Îsraêl Xudan re gorîgehek çêkir.
Nûh ji Xudan re gorîgehek çêkir û ji hemû heywan û teyrên paqij, qurbanên şewitandinê pêşkêş kirin.
“‘Tê ji bo min ji axê gorîgehê çêkî. Tê qurbanên xwe yên aştiyê û şewitandinê, pez û dewarên xwe li wê derê serjê bikî. Li her dera ku ez navê xwe bi bîr tînim, ezê bêm ba te û te pîroz bikim.
Roja hûn ji Çemê Şerîayê derbasî welatê ku Xwedayê we Xudan dide we bûn, hûnê ji bo xwe keviran biçikînin û wan kils bikin.