22 Kesên bajar standibû jî bi ser wan de hatin û Ayî ji herdu aliyan ve di navbera Îsraêliyan de man. Îsraêliyan ew kuştin, kesek ji wan sax nema.
Şahiya xeraban kurt e, Şabûna xwedênenasan hema gavek e.
gava Xwedayê we Xudan ew dan destê we û we li wan xist, hûnê wan bi tevahî tune bikin. Hûnê bi wan re peymanekê çênekin û li ber wan nekevin.
Gava xelk dibêjin: «Dinya aştî û ewledarî ye», hingê wek êşa jina bizaro, helak wê ji nişkê ve bê ser wan û qet nikarin birevin.
Yêşû wê rojê Maqqêda desteser kir. Wî padîşah û gelê wî da ber şûran. Wî li bajêr tu kesî nehişt, hemû kuştin. Wî ya ku anîbû serê Padîşahê Erîhayê, anî serê Padîşahê Maqqêdayê jî.
Piştre her tiştê bajêr da ber şûran û bi tevahî tune kir; jin û mêr, xort û kal, ga, pez û keran.
Gava Yêşû û hemû kesên pê re dît ku kesên di kemînê de bajar stand, ew jî vegeriyan û wan êrîşî Ayiyan kir.
Lê wan Padîşahê Ayê sax girt û anî ba Yêşû.
Piştî we bajar stand, li gorî gotina Xudan, hûnê wî bişewitînin. Va ye, min li we emir kir.”