Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Yêşû 8:20 - Kurmanji Încîl

20 Gava zilamên Ayê li pişt xwe zivirîn, dît ku dûyê bajêr heta ezmanan bilind dibe. Îsraêliyên ji ber wan reviyabûn jî zivirîn û da pey wan. Loma cihekî Ayî birevin nemabû.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Yêşû 8:20
14 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Wî li aliyê Sodomê û Gomorayê û tevahiya deştê nêrî û dît ku ji erdê dûyekî wekî ku ji êtûnekê derdikeve bilind dibe.


Lê wê ronahiya çavên xeraban bitefe, Cihê reva wan tunebe Û tekane hêviya wan, hilma dawî be.”


Yên mêrxas hatin şêlandin, Wan xewa xwe kir, Yên herî hêzdar destê xwe nelebitandin.


Wê bi şev û roj netefe, Dûyê wê her û her bajo. Wê nifş bi nifş wêrane be, Heta hetayê wê tu kes tê re derbas nebe.


Çaxê wî destê xwe bilind kir, kesên di kemînê de ji cihê xwe rabûn, çûn û ketin bajêr. Wan bajar desteser kir û yekser agir berdayê.


Gava Yêşû û hemû kesên pê re dît ku kesên di kemînê de bajar stand, ew jî vegeriyan û wan êrîşî Ayiyan kir.


Û padîşahên dinyayê yên ku pê re fuhûşî û kêf kirine, çaxê dûmana şewitandina wê bibînin, wê li ser wê bigirîn û li xwe bidin.


Û cara diduyan gotin: «Helêlûya! Dûmana bajêr her û her bilind dibe.»


Di vê navberê de piraniya gelê Îsraêl û kesên di kemînê de li ser nîşanekê li hev kiribûn. Wê agir berdana bajêr û dûmaneke mezin derxistana.


Gava dûyê agir wekî stûnekê ji bajêr bilind bû, Binyamînî zivirîn û dît ku dû ji seranserê bajêr hildikişe ezmanan.


Piraniya gelê Îsraêl zivirî û Binyamînî şaş û metel ma. Çimkî wan fêm kir ku wê belayek were serê wan.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ