2 Tiştê te anî serê Erîhayê û padîşahê wê, tê bînî serê Ayê û padîşahê wê jî. Tenê vê carê, hûn dikarin mal û heywanên wî ji bo xwe talan bikin. Li pişta bajêr kemîna xwe deynin.”
Kewa li ser hêkên ku nekiriye rûnê çawa be, Kesê bi neheqî dewlemendî bi dest xistiye jî wisa ye. Ew di nîvê emrê wî de, wî berdide Û di dawiyê de ehmeq xuya dibe.
Li dijî sûrên Babîlê alê daçikînin. Nobedaran xurt bikin, çavdêran bi cih bikin. Kemînan deynin, Çimkî Xudan li dijî şêniyên Babîlê gotiye, Pîlanek kiriye û pêk jî aniye.
Xudan ji min re got: ‘Jê netirse, çimkî min ew, tevahiya artêşa wî û welatê wî da destê te. Tişta ku te anî serê Sîhonê Padîşahê Amoriyan ê li Heşbonê dima, tê bînî serê wî jî.’
Gava Adonî-Sedeqê Padîşahê Orşelîmê bihîst ku Yêşû Ayê desteser kir, bi tevahî tune kir û çawa ku anîbû serê bajarê Erîhayê û padîşahê wê, wisa jî anî serê Ayê û padîşahê wê, herwiha gava bihîst ku şêniyên Gîvonê ku bi gelê Îsraêl re peymaneke aştiyê çêkiriye û pê re ye,
Yêşû wê rojê Maqqêda desteser kir. Wî padîşah û gelê wî da ber şûran. Wî li bajêr tu kesî nehişt, hemû kuştin. Wî ya ku anîbû serê Padîşahê Erîhayê, anî serê Padîşahê Maqqêdayê jî.
Îsraêliyan hemû heywan û talanên van bajaran ji xwe re standin. Lê hemû mirovan dan ber şûran û tune kirin. Wan tu kesê hilma xwe dide û distîne nehişt.
Gava Padîşahê Ayê ev yek dît, serê sibê bi şêniyên bajêr re rabû. Ew çû dera pêşberî herêma Eravayê ku pêşwaziya Îsraêliyan bike. Lê padîşah nizanibû ku li pişt bajêr kemîn danîne.
Paşê gelê Îsraêl hemû şêniyên Ayê ku li beriyê dabûn pey wan kuştin û tevahiya wan dan ber şûran, tevahiya gel vegeriya Ayê û kesên di bajêr de mabûn, dan ber şûran.
Yêşû ew şandin û ew jî ketin kemînê. Ew di navbera bajarên Bêt-Êl û Ayê de, li rojavayê bajarê Ayê ketin kozik û çeperan. Lê Yêşû wê şevê li ba gel ma.