Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Yêşû 8:14 - Kurmanji Încîl

14 Gava Padîşahê Ayê ev yek dît, serê sibê bi şêniyên bajêr re rabû. Ew çû dera pêşberî herêma Eravayê ku pêşwaziya Îsraêliyan bike. Lê padîşah nizanibû ku li pişt bajêr kemîn danîne.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Yêşû 8:14
15 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Çimkî mirov bi dema xwe nizane. Masî çawa dikevin torê Û çivîk dikevin dafikê, Gava dema xerab jinişkave hat, Mirov jî wisa tên girtin.


Serekên Soanê çiqas ehmeq in, Şêwirmendên Firewn ên şehreza, Şîretên bêhişan dikin. Hûn çawa ji Firewn re dibêjin: “Ez kurê şehreza me, Ez kurê padîşahên berê me?”


Serekên Soanê bûn wekî ehmeqan, Serekên Memfîsê xapiyan. Kevirên serê riknên eşîrên Misrê, Ew ji rê derxist.


Hê gotin di devê wî de bû, ji ezmanan dengek hat: “Ya Nebûxadnessarê Padîşah, padîşahî ji te hat standin.


wan pê nizanibû ku wê çi bibe, heta ku tofan rabû û ew hemû bi xwe re birin. Hatina Kurê Mirov jî wê bi vî awayî be.


axayê wî xulamî wê di wê rojê de bê ku ew ne li hêviya wî ye û di wê saetê de ku ew pê nizane


Gotinên ku Mûsa li beriya li rojhilatê Çemê Şerîayê, li Eravaya li pêşberî Sûfê, di navbera Paran, Tofel, Lavan, Hasêrot û Dî-Zahavê de ji gelê Îsraêl re got ev in.


Piştre kesên li bakur artêşgeh ava kiribûn û kesên ku li rojavayê bajêr ketibûn kemînê, tevdîra xwe ya şer kir. Lê Yêşû wê şevê di newalê de meşiya.


Yêşû û hemû Îsraêlî, çawa ku beramberî wan şikestibin, ber bi beriyê ve reviyan.


Tevahiya gelê bajêr hat civandin ku bide pey wan. Gava wan da pey Yêşû, ew ji bajêr dûr ketin.


Ez û hemû gelê bi min re, emê nêzîkî bajêr bibin. Wekî cara berê, gava dijmin ji bajêr derket û da ser me, emê ji ber wan birevin.


Bi çavbirçîtiya xwe, ewê bi peyvên xapînok li ser pişta we biçêrin. Dîwanbûna ku ji berê ve ji bo wan e, dereng namîne û helaka wan naponije.


Kesên di kemînê de bi lez êrîşî Gîvayê kir û tevahiya bajêr da ber şûran.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ