13 Piştre kesên li bakur artêşgeh ava kiribûn û kesên ku li rojavayê bajêr ketibûn kemînê, tevdîra xwe ya şer kir. Lê Yêşû wê şevê di newalê de meşiya.
Gava Padîşahê Ayê ev yek dît, serê sibê bi şêniyên bajêr re rabû. Ew çû dera pêşberî herêma Eravayê ku pêşwaziya Îsraêliyan bike. Lê padîşah nizanibû ku li pişt bajêr kemîn danîne.