9 Gava Kenanî û hemû şêniyên welêt vê yekê bibihîzin, wê dor li me bipêçin û navê me ji rûyê erdê rakin. Gelo tê ji bo parastina navê xwe yê mezin çi bikî?”
Wê çima Misrî bêjin: ‘Xwedê ji bo xerabiyê, ji bo ku wan li çiyan bikuje û wan ji ser rûyê erdê tune bike ew ji Misrê deranî’? Ji hêrsa xwe vegere. Fikra xwe biguhere û wê xerabiyê bi gelê xwe neke.
Bila kahin û xizmetkarên Xudan, Di navbera eywan û gorîgehê de bigirîn. Bila bêjin: ‘Ya Xudan, li ber gelê xwe bikeve! Mîrasa xwe riswa neke, Bila nebe pêkenoka miletan. Wê çima di nav gelan de bêjin: Ka Xwedayê wan li ku ye?’”
Wê gavê wê dijmin min bibîne, Wê ew kesê ku ji min re gotiye: “Ka Xwedayê te Xudan li ku ye?!” şerm bike. Ezê ketina wan bi çavê xwe bibînim, Wê wekî heriya kuçeyan biperçiqin.
Yan na wê welatê ku te em jê deranîn bêje: Ji ber ku Xudan nikaribû wan bibe welatê ji wan re soz daye û ji wan nefret dikir, ew ji Misrê deranîn ku li beriyê bimirin.