7 Piştre Yêşû got: “Ya Reb Xudan! Ma te ev gel di Çemê Şerîayê re derbas kir ku me bidî destê Amoriyan û me tune bikî? Xwezî em ji halê xwe razî bûna û li wî aliyê Çemê Şerîayê bimana!
Ji wan re got: “Xwezî Xudan hê gava em li welatê Misrê bûn, em bikuştana! Qet nebe em li ber sîtilên goşt rûdiniştin û me têra xwe dixwar. Lê belê, we em anîn beriyê ku tevahiya civakê ji birçiya bikujin!”
Wî li wan vegerand: «Ji ber ku baweriya we kêm e. Bi rastî ez ji we re dibêjim, eger wek liba xerdelê baweriya we hebe, hûn ji vî çiyayî re bêjin: ‹Ji vir here wir›, ewê here. Tu tişt tune ku ji bo we çênebe.»
Ma we ew şîreta ku li we kuran tê kirin, ji bîr kir? Dibêje: «Kurê min, edebkirina Xudan biçûk nebîne, Û çaxê ku ji aliyê wî ve li te bê hilatin, sist nebe.
Paşê gelê Îsraêl çû Bêt-Êlê. Li hizûra Xudan heta êvarê giriya. Ji Xudan pirs kir û got: “Ma em dîsa li dijî pismamên xwe Binyamîniyan şer bikin?” Xudan got: “Erê, li dijî wan şer bikin.”
Gava leşker vegeriyan artêşgehê, rîspiyên gelê Îsraêl got: “Ji bo çi îro Xudan kir ku Filîstî zora me Îsraêliyan bibin? Werin em Sindoqa Peymana Xudan ji Şîloyê bînin vir. Heke ew li nav me be, wê Xudan me ji destê dijminên me rizgar bike.”