5 Ayiyan bi qasî sî û şeş Îsraêlî kuştin û ji ber dergehê bajêr heta Şevarîmê da pey wan. Wan li Îsraêliyên ku berjêr bûn û reviyan xistin û kuştin. Dilê wan ji tirsa heliya û bû av.
“‘Herwiha kesên ji we ku sax mane, ezê tirsê bixim dilê dijminan. Gava dengê pela bayê bibihîzin, çawa ku ji ber şûr direvin, wê birevin û bikevin. Lê tu kes li pey wan neketiye.
Gava me bihîst, dilê me heliya. Ji ber we êdî bi tu kesî re derman nema. Çimkî Xwedayê we Xudan hem li jor li ezmanan, hem jî li jêr li ser rûyê erdê Xwedê ye.
Gava hemû padîşahên Amorî yên li rojavayê Çemê Şerîayê û hemû padîşahên Kenaniyên li ber Derya Spî bihîst ku Xudan heta ku Îsraêlî derbas bûne ava çêm ziwa kiriye, dilê wan heliya. Ji ber tirsa Îsraêliyan ziravê wan qetiya.