25 Yêşû got: “Te çima em xistin tengasiyê? Wê Xudan jî îro te bixe tengasiyê.” Piştre hemû gelê Îsraêl Exan da ber keviran. Wan her tiştên wî dan ber keviran û şewitandin.
Aqûb ji Şimûn û ji Lêwî re got: “We Kenanî û Perîzziyên ku li vî welatî rûdinin ji min re kir dijmin û belayek anî serê min. Em hindik in, heke ew hêza xwe li dijî min bikin yek û êrîşî min bikin, ezê bi malbata xwe re tune bibim.”
Heke zilamek hem bi jinekê û hem jî bi diya wê re bizewice, ev riswatî ye. Ji bo ku riswatiyên wiha di nav we de çênebin, wê her sê bên şewitandin û kuştin.
“Ji gelê Îsraêl re bêje: ‘Kesekî ji gelê Îsraêl an ji xerîbên di nav we de dimînin ku zarokekî xwe pêşkêşî Molekê îlah bike, wê esse bê kuştin. Wê gelê welêt wî bide ber keviran.
Nabe hûn dest bidin tiştekî ku ji Xudan re hatiye veqetandin. Hay ji xwe hebin, heke hûn tiştekî hatiye veqetandin hildin, hûnê xerakirinê bi ser artêşgeha gelê Îsraêl de bînin û bixin tengasiyê.
Ji ber ku wî peymana Xudan binpê kiriye û li welatê Îsraêl kirêtî kiriye, wê zilamê ku bi tiştên veqetandî hatiye girtin, bi her tiştê xwe re bê şewitandin.”