24 Yêşû û hemû gelê Îsraêl, Exanê kurê Zerah, zîv, xiftan, pariyê zêr, kur û keçên wî, ga û kerên wî, pezê wî, konê wî û her tiştê wî hildan û anîn Deşta Exorê.
Tê li ber wan neçî ser çokan û xulamiya wan nekî. Çimkî ez, Xwedayê te Xudan, Xwedayekî xîretkêş im. Ez hesabê sûcên kesên ji min nefret dikin, ji zarokên wan, ji neviyên wan, ji nifşê sisêyan û çaran jî dipirsim.
Gava em ji wir vegerin, ezê rezên wê bidimê. Deşta Exorê jê re bikim deriyê hêviyê. Li wir wekî di rojên ciwaniyê de, Wekî dema ji welatê Misrê derketiye Wê bi şahî bersiva min bide.”
Ji wir sînor ji Deşta Exorê heta Devîrê diçû, heta Gîlgala ku li pêşberî Hevrazê Adûmmîmê yê ku li başûrê deştê ye, ber bi aliyê başûr ve ditewiya, heta ava Eyn-Şemeşê diçû û digihîşt Eyn-Rogêlê.
Ma Exanê kurê Zerah di tiştên ji Xudan re hatine veqetandin de nedilsozî nekir û xezeb bi ser tevahiya civaka Îsraêl de nehat? Jixwe ji ber sûcê xwe, ew tenê helak nebû!’”
Nabe hûn dest bidin tiştekî ku ji Xudan re hatiye veqetandin. Hay ji xwe hebin, heke hûn tiştekî hatiye veqetandin hildin, hûnê xerakirinê bi ser artêşgeha gelê Îsraêl de bînin û bixin tengasiyê.
Lê Îsraêlî li ser tiştên ku ji Xudan re hatibûn veqetandin nedilsoz bûn. Ji eşîra Cihûda, Exanê kurê Karmiyê kurê Zavdiyê kurê Zerah, hinek tiştên hatibûn veqetandin hildan. Li ser vê yekê Xudan li gelê Îsraêl hêrs bû.