2 Yêşû ji Erîhayê mirov şandin bajarê Ayê, yê ku ji rojhilatê Bêt-Êlê û nêzîkî Bêtawenê ye. Wî ji wan re got: “Herin û sixûriya welêt bikin.” Ew çûn ku sixûriya Ayê bikin.
Avram ji wir derbasî herêma çiyayî bû ku dikeve rojhilatê bajarê Bêt-Êlê. Li wir konê xwe veda. Li rojavayê wir bajarê Bêt-Êlê, li rojhilatê wir jî bajarê Ayê hebû. Wî li wir gorîgehek çêkir û bi navê Xudan gazî kir.
“Ya Heşbon, bizare! Bajarê Ayê wêran bû. Ya keçên Rabbayê, bikin hewar! Çûx li xwe bikin û şînê bikin, Li nav sûrên xwe virde wêde diçin û tên. Çimkî wê Molek bi kahin û karmendên xwe re here sirgûnê.
Sînorê wan ê li bakur ji Çemê Şerîayê destpê dikir, ber bi rojava ve dirêjî berjorên bakurê Erîhayê dibû, di herêma çiyayî re berdewam dikir û digihîşt beriya Bêtawenê.
Yêşûyê kurê Nûn, ji Şîttîmê bi dizî du sixûr şandin û ji wan re got: “Herin welêt, bi taybetî li Erîhayê binêrin.” Ew jî bi rê ketin û çûn mala fahîşeyeke ku navê wê Rahav bû û wê şevê li wê derê man.
Gava ew vegeriyan ba Yêşû, wan jê re got: “Ne hewce ye ku tevahiya gel here. Bila du-sê hezar kes herin, êrîşî Ayê bikin. Ji ber ku Bila tevahiya gel heta wê derê neweste. Hejmara wan kêm e.”
Filîstî kom bû ku li dijî gelê Îsraêl şer bikin. Sê hezar erebeyên şer, şeş hezar leşkerên siwarî û bi qasî sêlaka ber deryayê, xweyî artêşeke qelebalix bûn. Çûn li rojhilatê Bêtawenê, li Mîkmasê artêşgehek danîn.