17 Wî binemalên Cihûdayê derxistin pêş û ji nav wan binemala Zerah hat kifşkirin. Gava Zerahî mal bi mal derketin pêş, mala Zavdî hat kifşkirin.
Piştre birayê wî çêbû ku destê wî bi tayê sor hatibû girêdan. Navê wî jî Zerah danîn.
ji Zerah binemala Zerahiyan û ji Şawûl binemala Şawûliyan.
Li gorî binemalên xwe kurên Cihûda: Ji Şêla binemala Şêlayiyan, ji Peres binemala Peresiyan û ji Zerah binemala Zerahiyan.
Yêşû serê sibê zû rabû û gelê Îsraêl li gorî eşîrên wî derxistin pêş. Ji nav wan eşîra Cihûdayê hat kifşkirin.
Gava Zavdî û zilamên mala wî hatin pêş, Exanê kurê Karmiyê kurê Zavdiyê kurê Zerahê Cihûdayî hat kifşkirin.