Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Yêşû 7:12 - Kurmanji Încîl

12 Ji ber vê yekê Îsraêlî li dijî dijminên xwe li ber xwe nadin. Ew pişta xwe didin dijmin û direvin, çimkî ew bûn wekî tiştên ji bo tunekirinê hatine veqetandin. Heke hûn tiştên ku hatine veqetandin ji nav xwe tune nekin, ezê êdî bi we re nebim.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Yêşû 7:12
21 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Li hember dijmin te em şûn ve şandin, Yên ku ji me nefret dikin, em şêlandin.


Ey Xwedê, ma te em ji xwe neavêtin? Ma êdî tu bi ordiyên me re naçî?


Xerab, kes nede pey jî direve, Lê rast wekî şêrê ciwan ji xwe ewle ye.


Ya ku hûn ji Xwedayê we veqetandin, Neheqiyên we ne. Gunehên we rûyê wî ji we veşart Ku ew nebihîze.


“Gava vî gelî, pêxemberekî yan kahinekî ji te pirsa kir û got: ‘Ka peyama Xudan çi ye’ Ji wan re bêje: ‘Kîjan peyam?’ Ezê we ji ser serê xwe bavêjim.” Ev e gotina Xudan.


Ya Orşelîm, hay ji hişyariyan hebe! Yan na, wê dilê min ji te bixele, ezê te wêran bikim Û te bikim welatekî ku lê nayê rûniştin.”


Heke zarokên xwe mezin jî bikin, Ezê wan bêzarok bihêlim Ku kesek nemîne. Wey li wan kesan Ku ez wan biterikînim!


Çavên te ewqas paqij in Ku li xerabiyê nanêrin. Tu nikarî neheqiyê ragirî. Tu çima li xayînan dinêrî? Gava xerab kesên ji xwe rastir dadiqurtînin, Tu çima bêdeng dimînî?


Gava Mûsa ev gotin ji tevahiya civaka Îsraêl re got, gel ket nava şîneke giran.


Neçin şer, çimkî Xudan ne di nav we de ye. Hûnê li ber dijminên xwe têk biçin.


Emalêqî û Kenanî wê li wir werin pêşiya we û we bidin ber şûran. Ji ber ku we dev ji riya Xudan berda, wê Xudan bi we re nebe.”


Emalêqî û Kenaniyên li herêma çiyayî diman, hatin êrîşê wan kirin. Heta bajarê Hormayê wan da pey wan û ew têk birin.


Wan tiştên kirêt nebin malên xwe, yan na hûnê jî wekî wan bi tevahî tune bibin. Ji wan nefretê bikin û kirêt bihesibînin, çimkî ew tişt heram in.


Nabe hûn dest bidin tiştekî ku ji Xudan re hatiye veqetandin. Hay ji xwe hebin, heke hûn tiştekî hatiye veqetandin hildin, hûnê xerakirinê bi ser artêşgeha gelê Îsraêl de bînin û bixin tengasiyê.


Delîla jê re got: “Şîmşon, Filîstî bi ser te de hatin!” Ew ji xewê hişyar bû û ji xwe re got: “Ezê wekî her car xwe daweşînim.” Lê nizanibû ku Xudan jê qetiyaye.


Li ser vê yekê hêrsa Xudan li dijî gelê Îsraêl rabû û wî ew dan destê talankarên wan. Wî ew firotin destê dijminên derdora wan ku nikaribûn li ber dijminên xwe bisekinin.


Gava milyaketê Xudan ev tişt ji hemû gelê Îsraêl re got, gel bi dengekî bilind giriya.


Şawûl got: “Hemû serekên gel werin vir. Bizanibin û bibînin ku ev gunehê kê ye?


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ