16 ava ji jor ve diherikî sekinî, ji dûr ve li bajarê Adamê, nêzîkî Saretanê li cihekî kom bû. Ava ku diherikî Gola Eravayê –Gola Xwê– bi tevahî hat birîn. Gel ji pêşberî Erîhayê çem derbas kir.
Li Taenax, Megîddo, tevahiya Bêtşeana ku li jêra Yîzreyêlê û li kêleka Saretanê ye, ji Bêtşeanê heta Avêl-Meholayê, ji wir heta wî aliyê Yoqmeamê, Baenayê kurê Ahîlûd bû.
Gava ez hatim çima kes tunebû? Çaxê min gazî kir, çima kesî bersiva min neda? Ma destê min ewqas kurt e Ku ez we xilas nekim? An hêza min tunebû Ku ez we rizgar nekim? Ez bi erzşikandina xwe deryayê ziwa dikim, Ez çeman dikim berî. Masiyên wan ji bêaviyê, Ji tîbûnê dimirin û bêhn didin.
Ya Xudan, ma tu ji çeman hêrs bûyî? Xezeba te ji bo rûbaran e? Çaxê tu li hespên xwe, Li erebeyên xwe yên rizgariyê siwar bûyî, Ma xezeba te li dijî deryayan bû?
Gotinên ku Mûsa li beriya li rojhilatê Çemê Şerîayê, li Eravaya li pêşberî Sûfê, di navbera Paran, Tofel, Lavan, Hasêrot û Dî-Zahavê de ji gelê Îsraêl re got ev in.
û li ser axa ji Eravayê ber bi rojhilat ve heta Gola Kînneretê, ber bi aliyê Bêtyeşîmotê ve heta Gola Eravayê –Gola Xwê– û ber bi aliyê başûr ve jî heta palên Çiyayê Pîsgayê, serwerî dikir
Gava binê lingên kahinên Sindoqa Xudanê ku Rebê tevahiya dinyayê ye hildigirin, pê li ava Çemê Şerîayê bikin, wê ava ji jor tê bê birin û li cihekî kom bibe.”
Gava hemû padîşahên Amorî yên li rojavayê Çemê Şerîayê û hemû padîşahên Kenaniyên li ber Derya Spî bihîst ku Xudan heta ku Îsraêlî derbas bûne ava çêm ziwa kiriye, dilê wan heliya. Ji ber tirsa Îsraêliyan ziravê wan qetiya.
Gava sê sed kes li boriyan dixistin, Xudan kir ku hemû kesên artêşgehê bi şûr êrîşî hev bikin. Artêşa wan ber bi aliyê Serêrayê ve heta Bêtşîttayê û sînorê Avêl-Meholaya nêzîkî Tabbatê reviya.