7 Gava wan li min kir hewar, min navbera we û Misriyan tarî kir û bi ava deryayê ser Misriyan nixamt. Tiştên ku min li Misriyan kirin, we bi çavê xwe dîtin. “‘Paşê hûn demeke dirêj li beriyê man,
Stûna ewran di navbera artêşa Misrê û gelê Îsraêl de sekinî. Tevahiya şevê ewr aliyekî dikir tarî û aliyê din dikir ronahî. Loma seranserê şevê herdu alî nêzîkî hev nebûn.
Heta em ji Qadêş-Barnêayê bi rê ketin û di Geliyê Zeredê re derbas bûn, sî û heşt sal derbas bûn. Çawa ku Xudan sond xwaribû, hemû şervanên ji wî nifşê gelê Îsraêl miribûn.
Ma tu îlahekî wekî ku Xwedayê we Xudan li ber çavê we li Misrê kir, bi ceribandinan, bi nîşanan, bi kerametan, bi şer, bi destê hêzdar û zendê dirêjkirî, bi kirinên mezin û tirsdar, çû û ji nav miletekî, ji bo xwe miletekî din deranî?
Çil salan, heta ku tevahiya gel û şervanên ji Misrê derketibûn mirin, Îsraêlî li beriyê geriyan. Wan guhdariya dengê Xudan nekir û Xudan sond xwar ku wê welatê ku şîr û hingiv jê diherike û ji bav û kalên me re soz dabû ku wê bide me, nîşanî wan nede.