6 Çaxê min bav û kalên we ji Misrê deranîn, ew hatin ber deryayê. Misrî heta Derya Sor bi siwarî û erebeyên şer da pey bav û kalên we.
Li ber wan te derya kir du şeq ku di nav deryayê re, li ser erdê ziwa derbas bûn. Wekî kevirekî, te kesên ew diqewirandin, avêtin binê ava boş.
Wî derya qelaşt û ew derbas kirin, Wî avan, wek dîwarekî rawestan.
Gelê Îsraêl ji xeynî jin û zarokan, bi qasî şeş sed hezar mêrî, ji Ramsêsê ber bi Sûkkotê ve bi peyatî koç kir.
Wê rojê Xudan gelê Îsraêl ref bi ref ji welatê Misrê deranî.
Yê ku ji welatê Misrê tu deranî ez im, Min tu ji warê koletiyê rizgar kirî. Min Mûsa, Harûn û Miryem li pêş te şandin.
Wî ew ji wir derxistin. Li Misrê, li Deryaya Sor û çil salan li çolê wî nîşan û karên mezin kirin.
Bi baweriyê, Îsraêlî wek ku di bejê re derbas bibin, di Derya Sor re derbas bûn. Gava ku Misriyan ev ceriband, di avê de xeniqîn.