5 Piştre min Mûsa û Harûn şandin, bela anîn ser Misrê û hûn ji wir deranîn.
Wî gelê xwe bi şahî, Bijartiyên xwe, bi stranên şahiyê ji welat deranî.
Wî li Misirê nixuriyan kuşt; Kerema wî her û her e!
Gelê Îsraêl ji xeynî jin û zarokan, bi qasî şeş sed hezar mêrî, ji Ramsêsê ber bi Sûkkotê ve bi peyatî koç kir.
Di dawiya çar sed salan de, gelê Xudan wê rojê ref bi ref ji welatê Misrê derket.
Wê rojê Xudan gelê Îsraêl ref bi ref ji welatê Misrê deranî.
Niha were, ez te bişînim ba Firewn ku gelê xwe Îsraêliyan ji destê Misriyan derxim.”
Kesên ku ji bo gelê Îsraêl ji Misrê derînin, bi Firewn re peyivîn Mûsa û Harûn in.
Çaxê min bav û kalên we ji Misrê deranîn, ew hatin ber deryayê. Misrî heta Derya Sor bi siwarî û erebeyên şer da pey bav û kalên we.