4 Min Aqûb û Esaw jî dan Îshaq. Min herêma çiyayî ya Seîrê bi milkî da Esaw, lê Aqûb û kurên wî çûn Misrê.
Aqûb li pêşiya xwe qasid şandin ba birayê xwe Esawê ku li axa Seîra welatê Edomê dima.
Esaw ango Edom, li herêma çiyayî ya Seîrê rûnişt.
Qeyda ziriyeta Esawê bavkalê Edomiyên ku li herêma çiyayî ya Seîrê diman ev e:
Hingê Îsraêl jî hat Misirê, Aqûb, li diyarê Ham bû mêvan.
Zarok ji Xudan mîras in, Berê malzarokê, perrû ye.
Û Aqûb daket Misrê. Ew û bav û kalên me li wê derê mirin.
û wan ji bo şer sor nekin. Çimkî ezê ji welatê wan, perçeyekî ax bi qasî şopa lingê we jî nedim we. Çimkî min herêma çiyayî ya Seîrê bi milkî da Esaw.