7 Binemalên Mêrariyiyan ji eşîrên Gad, Rûbên û Zevûlon duwanzdeh bajar standin.
Li gorî binemalên wan, bi riya pişkê ji eşîrên Rûbên, Gad û Zevûlon duwanzdeh bajar dan Mêrariyiyan.
Li gorî binemalên xwe kurên Mêrarî: Mahlî û Mûşî. Li gorî malbatên xwe binemalên Lêwiyiyan ev bûn.
Kurên Mêrarî: Mahlî û Mûşî. Li gorî qeydên ziriyetên wan, binemalên Lêwî ev bûn.
Gêrşoniyan bi riya pişkê ji binemalên eşîrên Aşêr, Neftelî, Îssexar û nîveşîra Minaşşe ya li Başanê sêzdeh bajar standin.
Çawa ku Xudan bi riya Mûsa li wan emir kiribû, Îsraêliyan ev bajar û mêrgên wan bi riya pişkê dan Lêwiyiyan.
Li gorî binemalên wan, ji eşîrên Îssexar, Aşêr, Neftelî û ji Minaşşeya li Başanê sêzdeh bajar dan kurên Gêrşon.