Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Yêşû 20:8 - Kurmanji Încîl

8 Herwiha wan li aliyê din ê Çemê Şerîayê, li rojhilatê Erîhayê, Besera bajarê Rûbêniyan a li deşta beriyê, li Gîladê bajarê Ramota Gadiyan û li nav sînorê Minaşşeyiyan bajarê Golana li Başanê kifş kirin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Yêşû 20:8
12 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Paşê Padîşahê Îsraêlê, bi qasî çar sed pêxember civandin û ji wan re got: “Gelo ez herim şerê Ramot-Gîladê yan neçim?” Wan jê re got: “Rabe here. Wê Reb bajêr bide destê padîşah.”


Ahazya bi Yoramê kurê Ahav re çû Ramot-Gîladê ku li dijî Hazaêlê Padîşahê Aramê şer bike. Aramiyan Yoram birîndar kir.


Li Erîhayê wêdetir, li rojhilatê Çemê Şerîayê, ji eşîra Rûbên, Besera li deştê ye û mêrgên wê, Yahsa û mêrgên wê,


Ji eşîra Gad, Ramota li Gîladê û mêrgên wê, Mahanayîm û mêrgên wê,


Me hemû bajarên li deştê, tevahiya Gîladê, tevahiya Başanê heta bajarên Salka û Edreiyê ku di bin destê Ogê Padîşahê Başanê de bûn, desteser kirin.


Ew bajar ev in: Besera ku li beriyê, li deşta welatê Rûbêniyan, Ramota li Gîladê ya Gadiyan û Golana li Başanê ya Minaşşeyiyan.


Bi vî awayî wan li Celîleyê, li herêma çiyayî ya Nefteliyê bajarê Qedeşê, li herêma çiyayî ya Efrayîmê, bajarê Şexemê û li herêma çiyayî ya Cihûdayê bajarê Qîryat-Arbayê –ku Hevron e– veqetandin.


Ji bo hemû gelê Îsraêl û xerîbên di nav xwe de ne ku li welêt bi şaşî bûne sedema mirina kesekî, birevin û bi destê kesê dixwaze heyfa xwînê bistîne ve bêyî dîwankirina li civatê neyên kuştin, ev bajar hatin kifşkirin.


Wan ev der ji para nîveşîra Minaşşe dan Gêrşoniyên ku yek ji binemalên Lêwiyiyan in: Golana bajarê sitargeha kesên bûne sedema mirina kesên din û mêrgên wî ku li herêma Başanê û Beeştera û mêrgên wî; du bajar,


ji eşîra Rûbên, Beser û mêrgên wî, Yahsa û mêrgên wî,


ji eşîra Gad, Ramota Gîlada bajarê sitargeha kesên bûne sedema mirina kesên din û mêrgên wî, Mahanayîm û mêrgên wî,


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ