7 Bi vî awayî wan li Celîleyê, li herêma çiyayî ya Nefteliyê bajarê Qedeşê, li herêma çiyayî ya Efrayîmê, bajarê Şexemê û li herêma çiyayî ya Cihûdayê bajarê Qîryat-Arbayê –ku Hevron e– veqetandin.
û hûn jî hemû emrên ku ez îro li we dikim pêk bînin –hûn ji Xwedayê xwe Xudan hez bikin û hergav di riya wî de bimeşin– wê gavê hûnê sê bajarên din li ser wan sê bajaran zêde bikin.
Herwiha wan li aliyê din ê Çemê Şerîayê, li rojhilatê Erîhayê, Besera bajarê Rûbêniyan a li deşta beriyê, li Gîladê bajarê Ramota Gadiyan û li nav sînorê Minaşşeyiyan bajarê Golana li Başanê kifş kirin.
ji eşîra Neftelî, Qedeşa bajarê sitargeha kesên bûne sedema mirina kesên din û mêrgên wî ku li herêma Celîleyê, Hammot-Dor û mêrgên wî û Qartan û mêrgên wî; sê bajar.