5 Heke kesê dixwaze heyfa xwînê bistîne, bide pey kesê ku bûye sedema mirinê, bila rîspiyên bajêr wî teslîm nekin. Çimkî ji berê ve ew ne kîndarê cîranê xwe bûye û ew bêyî hemdê xwe bûye sedema mirina wî.
Wê civak kujer ji destê kesê dixwaze heyfa xwînê bistîne rizgar bike û wî bişîne bajarê sitargehê ku jê reviyaye. Wê ew kes, heta serkahinê ku bi rûnê pîroz hatiye kifşkirin bimire, li wê derê bimîne.